QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir

QSD’ê daxuyand ku balafirên dewleta Tirk a dagirker cihên karkeran ên girêdayî bendava Tişrînê bombebaran kirin û derdora Pira Qereqozaqê jî dan ber topan. QSD’ê ragihand ku şervanan bersiva êrişa çeteyan a li ser Dêr Hafirê dan.

QSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî aşkera kir
9 adar, 2025   09:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û berxwedana şervanan aşkera kir.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di meha sêyemîn de dewam dikin. Ji ber berxwedana lehengane ya şervanên me dagirker û çete nikarin pêşde werin.

Duh (Şemiyê) balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker li başûrê rojhilatê Minbicê cihên karkeran ên girêdayê Bendava Tirînê bombebaran kirin. Bi obîsên giran û guleyên hawanan jî gundewarê bendavê topbaran kirin. Di encama van êrişan de zerarên madî çêbûn.

Li eniya Dêr Hafirê jî şer di navbera şervanên me û çeteyan de qewimîn. Di encamê de hin çete hatin kuştin, lê hejmara wan nehat tesbîtkirin.

Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sinaa, girên Sêvê û Qereqozaqê yên derdora Pira Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obîs, tank, roket û hawnan bê serûber hatin topbarankirin. Di encamê de zararên madî gihiştin mal û milkên şêniyan.

Di tevahiya rojê de balafirên şer û yên bê mirov li ser Kobanê, Eyn Îsa û gundewarên wan geriyan."

(bb)

ANHA