‘Wek rojnamevaneke jin ez serbilind im ku têkoşîna bi pêşengiya jinan radigihînim’

Rojnamevan Ciwana Cûma diyar kir ku di ragihandina rastî û berxwedana li eniyên şer de gelek zehmetî hene û got "Wek rojnamevanên jin haya me ji berpirsyariya me heye. Ez serbilind im ku wek rojnamevaneke jin şoreş û têkoşîna bi pêşengiya jinan ji cîhanê re radigihînim.”

‘Wek rojnamevaneke jin ez serbilind im ku têkoşîna bi pêşengiya jinan radigihînim’
9 adar, 2025   08:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ku sembola berxwedan, biryardarî, hişmendî û birêxistinbûna jinan e û li tevahiya cîhanê tê pîrozkirin, me mîkrofona xwe dirêjî rojnamevanekê kir ku pêşketinên li qadên şer radigihîne.

Em bi Ciwana Cûma re ku wek nûçegihana şer li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebitiye, li ser têkoşîn û zehmetiyan axivîn.

Ciwana Cûma da xuyakirin ku di pêvajoya şoreşê de ku sala 2012'an li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir û bandor li tevahiya cîhanê kir, jinan di qadên siyaset, civak, parastin û dîplomasiyê de pêşengî kir û destnîşan kir ku wek jin ew di nava çapemeniyê de jî bi roleke aktîf radibin.

Ciwanayê da xuyakirin ku jinên ku ji ber zîhniyeta baviksalariyê berê nedikarîn dakevin kolanan, niha bi şoreşê re civakê bi rê ve dibin û da xuyakirin ku wan di qada çapemeniyê de jî heman biryardarî meşandiye.

‘BAWERÎ Û BIRYARDARÎ ASTENGIYAN DERBAS DIKIN’

Ciwana Cûma da xuyakirin ku jinên di xebatên çapemeniya azad de cih digirin ne tenê li qadên şer zehmetiyan dikişînin, di heman demê de li dijî zîhniyeta baviksalar tê dikoşin û got: “Bê guman di gelek mijaran de zehmetî hene. Lê dema bawerî û biryardariya we ji bo armancekê hebe, hûn dikarin hemû astengiyan derbas bikin. Wek jinên li qada çapemeniya azad em bi vê bîr û baweriyê li dijî her cure zîhniyetên baviksalar tê dikoşin. Bi şoreşê re destketiyên jinan her sal zêde dibin.”

‘EM SERBILIND IN KU DIBIN DENGÊ GEL’

Ciwana Cûma ku 8 sal e rojnamevaniyê dike û niha jî berxwedana li Bendava Tişrînê dişopîne, qala pêşketinên li herêmê kir. Ciwanayê diyar kir ku serbilindî ye ku berxwedana li dijî êriş, neheqî, dagirkerî û komkujiyan ji cîhanê re ragihîne û got: "Wek rojnamevaneke jin, ev yek ji bo min gelekî watedar e. Wek rojnamevanên jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me êrişên çeteyên El Qaîde, El Nusra û DAIŞ'ê û êrişên dewleta Tirk a dagirker ji nêz ve şopandin û ji cîhanê re ragihandin. Ya girîngtir jî em bûn şahidên berxwedan, qehremanî û destanên ku bi felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' li dijî êrişan hatine nivîsandin. Wek jin em bi rûmet in ku bibin dengê şervanên ku di çeperan de bi qehremanî li ber xwe dan û rûyên biken ên şervanên YPJ'ê ku moral dida dayik û bavên li bendavê nobetê digirin û em jî ji cîhanê re ragihînin. Li ku dibe bila bibe em ê rastiyê bigihînin gelê xwe û raya giştî. Haya me ji berpirsyariya me heye. Em di wê baweriyê de ne ku em xwedî wê hêzê ne ku zîhniyeta dixwaze bi propagandaya reş bandorê li gelê me û bi taybet jî li jinan bike, derxin ber çavan. Li qadên têkoşînê jin pêşengiyê dikin. Em îro têkoşîna gel a li Bendava Tişrînê dişopînin. Berpirsyariyeke me heye ku em bibin dengê vî gelî.”

‘ME BERDÊL DAN LÊ ME GAVEK JÎ BI PAŞ VE NEAVÊT’

Ciwana Cûma bi bîr xist ku jinên di çapemeniya azad de dixebitin jî di şoreşa bi pêşengiya jinan de berdêlên giran dane û got: "Gelek hevalên me yên di nava gel de cih girt û li her qada ku pêşketinên germ lê rû dan, şehîd ketin. Di êrişên DAIŞ'ê û dewleta Tirk a dagirker de Dilîşan, Dilovan, Cîhan û gelek hevalên me şehîd ketin. Lê me tu carî xwe neda paş. Me êş kişandin û êşa herî mezin ew bû ku hevalên me li ber çavên me şehîd ketin û me nekarî tiştekî bikin. Lê tişta herî mezin a ku em bikin ew e ku em bi têkoşîna wan ve girêdayî bin û bigihînin serkeftinê. Her çi qas em wek jin berdêlên giran bidin jî em ê li pişt gotina xwe rawestin. Em ê bi ruhê têkoşer ê Dilîşan û Dilovanan xebatên xwe berfirehtir bikin.”

Ciwanayê got: "Bê guman wek rojnamevaneke jin di qadên şer de zehmetiyên mezin hene. Dewleta Tirk a dagirker rojnamevanan dike hedef û gefan lê dixwe. Gef li min jî xwarin, yekser gef li min xwarin. Lê em ê vî karî bidomînin. Em di vê oxirê de rîska şehadetê jî didin ber çavan û em ê di têkoşîna xwe ya ragihandina rastiyê de serketî bin. Em bi ruhê têkoşer ê hevalên xwe yên şehîd tev digerin.”

'YA KU HERÎ ZÊDE BANDOR LI MIN KIR GOVENDA AZADIYÊ YA LI TÎŞRÎNÊ BÛ’

Ciwanayê diyar kir ku berxwedana gelan a li Bendava Tişrînê gelekî bandor lê kiriye û got: "Tiştekî ku bibe şahid tiştek e. Mirov dema ku hin tiştan rave dike dikare kêmasî hebin. Yek ji tiştên ku herî zêde li min xist, govenda azadiyê ya li bendavê bû. Dema ku govend dihate kişandin êriş û komkujiyek pêk hat. Lê biryardariya gel dewam kir. Piştî veguhastina şehîd û birîndaran berxwedana xwe domandin. ‘Em ji mirinê mezintir in, em ê di bin balafirên şer û yên bêmirov de jî bendava xwe biparêzin.” Me şahidî li van gotinan kir.  Hêz, moral, fedakarî û qehremaniya vî gelî çawa dikare bê şikandin?

Dayikên 70-80 salî tevî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî bi gopalên xwe yên meşê tev li berxwedana bendavê bûn gelekî bandor li min kirin û got 'eger dê mirinek hebe, bila mirineke birûmet be'. Ev dîmen gelekî bandorê lê dikin û bala tevahiya cîhanê dikişînin. Gelo kî dikare di bin êrişên balafirên şer û dronan de li Bendava Tişrînê govenda azadiyê bikişîne?

Bê guman li gelek cihan hevalên me şehîd ketin. Lê Tişrîn cihê ku herî zêde bandor li me kir û êşa wê me ji kûr ve hîs kir. Berxwedan bi pêşengiya jinan pêk tê. Me li vir berdêlên mezin dan û hevalê me yê rojnamevan Egîd Roj li ber çavê me şehîd ket. Bi ruhê hevalên xwe yên rojnamevan Egîd, Cîhan, Nazim, Dilîşan, Îsam, Hêro, Gulistan û Dilovan em berxwedana bendava Tişrînê ragihînin.”

‘EM Ê BIBIN DENGÊ GEL’

Ciwana Cûma di dawiyê de got: "Çi dibe bila bibe em ê bibin dengê gelê xwe û dewam bikin, em ê rûkeniya li ser rûyê dayikên xwe ji raya giştî re ragihînin. Em ê bibin dengê jinên destanî yên di çeperên şer de destanên lehengiyê dinivîsin û em ê hêvî, hêz û morala wan ragihînin. Bi hêza ku em ji hevalên xwe yên şehîd werdigirin, em ê têkoşîna bi pêşengiya jinan bêhtir ragihînin.”