Ciwanan kolanên Xaçortê kirin qada cengê

Ciwanên taxa Xaçortê ya bajarê Wanê li dijî dagirkeriya qeyûman heta derengê şevê çalakî li dar xistin û bi polîsan re şer kirin.

Ciwanan kolanên Xaçortê kirin qada cengê
19 sibat, 2025   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Wanê ya bakûrê Kurdistanê ciwan û şêniyên Taxa Xaçortê ya Wanê li dijî desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê heta derengê şevê çalakî li dar xistin. 

Ciwanên taxê li gelek kolanên Xaçortê derketin qadan û agir pêxistin. Ciwanan bi fîşekên hewayî kolanên taxê ronî kirin.

Polîsên ku bi TOMA û maşîneyên zirxî hatin taxê û xwestin êrîşî ciwanan bikin, ciwanan bi fîşekên hewayî bersîv da polîsan.

Dîmenên ku ji taxa Xaçortê hatin kişandin, nîşan dide ku ciwanan kolanên taxê kirine qada cengê.