Roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû

Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" de, roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya Helebê bi dawî bû.

31 cotmeh, 2023   18:30
HELEB

Însiyatîfên Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û ya Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, çalakiyeke konvedanê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" li qada Çerxerêya Rêber Abdullah Ocalan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir.

Ev çalakî di çarçoveya pêngava cîhanê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan a ku di 10'ê Cotmehê de bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" li dar ketiye de, hat lidarxistin.

Endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî û komîn û meclisan berê xwe da çalakiya konvedanê.

Li wir endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Zeyneb Hebeş û endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan Fadiye Şêx Îsa bernameya çalakiyê xwend.

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Amne Xidiro got: "Fikrê Rêbertî ne tenê ji bo gelê Kurd e, lê belê ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û mirovahiyê ye. Her wiha fikrê wî bingeha avakirina pêşerojeke geş e ku tê de hemû pêkhate bên parastin û kirîzên Rojhilata Navîn bên çareserkirin, ev jî li xweşiya hêzên hegemonîk û kapîtalîst nayê."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Xeta Şehîd Cengîz, Sozdar Reşo got: "Heta ku tecrîd li ser Rêbertî bidome, têkoşîna me jî berdewam e. Ev pêngava ku hevalên gelê Kurd li dar xistiye fikrê Rêbertî yê li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan de xuya dike."

Her wiha, hevserokê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat destnîşan kir ku ji bo derbaskirina şer pêwîstî bi şopandina fikrê Rêber Abdullah Ocalan heye.

Çalakî bi siloganên "Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(mh/şx)

ANHA