QSD'ê 2 êrişên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazor û Hesekê têk birin

QSD'ê diyar kir ku şervanên wan 2 êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî 2 nuqteyên leşkerî yên li gundewarên Dêrazorê û Hesekê, têk birin.

QSD'ê 2 êrişên çeteyên DAIŞ'ê li Dêrazor û Hesekê têk birin
20 gulan, 2025   23:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li bendeke kontrolê ya hêzan li bajarê Mergede yê gundewarê başûrê rojhilatê bajarê Hesekê erebeyeke bigûman a sivîlan hat sekinandin, di erebeyê de çek û cebilxane hatin dîtin. 

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 2 "terorîstan" ku li matorsiklêtê siwar bibûn bi qilêşan nuqteya ewlehiyê hedef girtin, ku erebe bikaribe xwe xelas bike. Lê beriya ku her du "terorîst" birevin şervanan bersiv da, lê tu birîndarî çênebû.

Navendê diyar kir ku li bajarokê Siwêdan ê rojhilatê Dêrazorê jî şaneyeke çeteyên DAIŞ'ê, dewriyeyek QSD’ê dema erka xwe ya parastina ewlehiyê li herêmê pêk dianî, hedef girt.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de got şervanên wan bersiva êrişa çeteyan da, û zirarê bi çeteyên bûye nehat zanîn, her wiha tu zirar bi endamên dewriyeyê nebû, lê tenê zirarên madî yên sivik çêbûn.

Di dawiya daxuyaniyê de QSD'ê aşkera kir ku êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li dijî nuqteyên ewlehî û saziyên sivîl li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûne û ev jî hişyarî xurt bibe û hevkariya ewlehî di navbera hêzan û şêniyan de berdewam bike. Her wiha QSD’ê soza domandina têkoşînê li dijî terorê û parastina ewlehî û aramiya herêmê, dubare kir.

(mh/fr)

ANHA