Cotkaran xwest buhayê kirîna genim bê zêdekirin

Cotkarên Reqayê xwest buhayê kirîna genim were zêdekirin, di heman demê de komîteyên Desteya Çandinî û Sewalvaniyê yên Kantona Reqayê pêşbîn dikin ku genimê avdayî îsal baş be.

21 gulan, 2025   07:25
REQA
MIZGÎN ELÎ - ENES MIHEMED

Bi nêzîkbûna demsala çinînê li kantona Reqayê, cotkar xwe amade dikin ji bo çinîna berhemên xwe. Xwediyên deraseyan jî ji bo demsala çinînê amadekariyan dikin.

Ebdullah El Hisên ê xwediyê deraseyekê ji mezra El Qadisiyê ya li rojhilatê Reqayê got: “Xebatên ji bo amadekirina deraseyên çinînê didomin. Em deraseyan vedikin, paqij dikin, parçeyên xerabûyî diguherin û ji nû ve siwar dikin. Rewşa îsal li gorî salên borî dijwar e, ji ber bandora hişkesaliyê li ser zeviyên bejî û bilindbûna buhayê sotemeniyê.”

Ebdullah El Hisên bang li Rêveberiya Xweser kir ku mazot û zeyta maşînan bi buhayên kêm peyda bike û got: "Bêyî sotemeniyê em ê nekarin maşînên xwe bixebitînin.”

Par heqê çinîna her donimekê bi 8 dolaran hatibû diyarkirin, lê heqê çinînê îsal hê jî nehatiye diyarkirin.

Cotkarê bi navê Casim El Hisên ê ji El Qadisiyê jî got: "Em zeviyên xwe bi lêçûnên giran diçinin, lê nirxê genim li bazar jî têra lêçûnên me nake. Em dixwazin buhayê kirîna genim li zêde bibe da ku westana me vala neçe. "

Endezyar Hemûd El Xelef ê serokê Komîteya Lênêrînê ya Desteya Çandinî û Avdaniyê ya girêdayî Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Reqayê jî got: "Piştî ger û lênêrînên me yên asayî yên li berhemên çandiniyê li nava zeviyên avî, bi taybetî genim, em di wê hêdiyê de ne ku berhem dê ji ya sala borî baştir be. "

Her wiha diyar kir ku dê Meclisa Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhayê kirîna genim a îsal baştir bike. Sala par kîloya genim bi 31 sentên amerîkî bû.

Rêveberiya Xweser di demsala 2023-2024’an de nêzî milyonek ton genim wergirtibû.

(k)

ANHA