Êrişên çeteyan li gundewarê Bendava Tişrîn û gundewarê Minbicê hatin têkbirin

Hêzên Meclisa Leşkerî êrişên çeteyên dewleta Tirk a dgirker li dijî gundewarê başûrê Bendava Tişrînê û derdora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê rojhilatê Minbicê têk birîn.

Êrişên çeteyan li gundewarê Bendava Tişrîn û gundewarê Minbicê hatin têkbirin
25 kanûn, 2024   20:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundewarê başûrê Bendava Tişrînê ya başûrê Kobanê têk birin, gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin, her wiha gelek çete revîn.

Her wiha navendê daxuyand ku Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li derdora bajarokê Ebû Qelqel ê başûrê bajarokê Minbicê têk birin, hin wesayîtên wan ên leşkerî rûxandin û gelek çete kuştin. Lê heta niha li wan herêman şer û pevçûnên dijwar rû didin.

Ji bo piştgiriya êrişên çeteyan, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran û balafirên bêmirov derdora Bendava Tişrînê û nuqteyan pevçûnan hedef digire. Di encama topbaranên dewleta Tirk a dagirker û bombebaranên balafirên bêmirov zirarên mezin bi bendavê bûn.

(fr)