QSD hewldaneke têkbirina ewlehiyê saziyên li Şedadê têk bir

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) hewldaneke şaneyeke çeteyan a ji bo têkbirina ewlehî û aramiya bajarê Şedadê û talankirina çend saziyên xizmetguzariyê, têk bir.

QSD hewldaneke têkbirina ewlehiyê saziyên li Şedadê têk bir
18 ÇILE, 2026   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD eşkere kir ku hin şaneyên çeteyan hewl dan ku ewlehî û aramiya bajarê Şedadê li kantona Cizîrê têk bibin û çend saziyên xizmetguzariyê talan bikin. 

QSD diyar kir ku hêzên wan li bajar û derdora wê operasyonên lêgerînê yên berfireh da destpêkirin, di encamê de rewş bi tevahî hat kontrolkirin û hewldan hat pûçkirin.

Di daxuyaniyê her wiha hat gotin: "Niha rewş aram e, û tedbîrên pêwîst ji bo şopandina şaneyên têkildar berdewam dikin."

(k)