QSD: Dagirker li qadên şer bibin dikevin, berê êrişên xwe didin sivîlan

QSD’ê daxuyand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên her ku li qadên şer bi bin dikevin, berê êrişên xwe didin qadên sivîlan û komkujiyan dikin.

QSD: Dagirker li qadên şer bibin dikevin, berê êrişên xwe didin sivîlan
17 adar, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawî ya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kobanê, Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê de ev agahî parve kirin:

"Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ku nikarîn li eniyên şer li hemberî hêzên me pêşketinan pêk bînin, her timî ji bo rakirina tola binkeftina xwe ya li meydanî, êrişî gund û bajarên tijî sivîl dike.

Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk a dagirker duh (Şemiyê) herêma navbera gundên Qumç û Berxbotanê yên başûrê Kobanê de bombebaran kir û komkujiyeke mezin li dijî malbatekê pêk anî. Di encama vê komkujiyê de di nav de 7 zarok û jinek 9 sivîl şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên giran li derdora bendavê û gundewrê wê dewam kirin. Li dijî cihên karkeran ên girêdayî bendavê jî êriş pêk anîn. Şeva Şemiyê/Yekşemê heya saetên derengiya rojê tevahiya gundewarê bendavê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de zerarên mezin li gund û malên sivîlan bûn.

Eniya Qereqozaqê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Xeseq û girê Sêvê yên derdora bendavê bombebaran kirin. Gundê Bîr Hiso û girê Sêvê jî bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin hedefkirin. Her wiha derdora pirê û gundewarê wê, gundên Tîna, Cada, Bîro Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa û xaçerêya Sirînê bi zêdetirî 80 guleyên obîs, tank, roket û hawnan hatin topbaran irin. Ji ber êrişên hewayî û bejahî zerarên mezin gihîştin mal û milkên şêniyan. "

(bb)