QSD bersiva êrişan dide: Kuştî û birîndarên çeteyan hene

QSD’ê di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê de li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakî li derdora Bendava Tişrînê û Dêr Hafirê li dar xistin. Di encama çalakiyan de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

QSD bersiva êrişan dide: Kuştî û birîndarên çeteyan hene
21 sibat, 2025   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

QSD’ê der barê bîlançoya 24 saetên dawîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker û çalakiyên bersivdayînê yên şervanan de ev agahî parve kirin:

"Duh (Pêncşem) dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên hovane li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam kirin; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji saetên serê sibehê ve êrişên dijwar li derdora Bendava Tişrîn dan destpêkirin. Hemwextî wê jî herêm bi obîsan topbaran kirin. Topbaranê heya saetên sibeha îro (Înê) dewam kir. Di encamê de zirarên madî yên mezin, bi taybet li cihê karkeran ên girêdayî bendavê bûn.

Hêzên me bersiva êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundewarên li bakurê bendavê dan. Di encamê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn.

Di saetên nîvro de jî balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdora bajarokê Şiyûx ê rojavayê Kobanê bombebaran kir û saet di 17.00’an de jî gundê Ehmed Munîr ê girêdayî bajarokê kir hedef. Guleyeke moşekan a balafirên dewleta Tirk a dagirker li zeviyên çandiniyê kir û zerarên madî çêbûn. Hemwextî bombebebaranê, gund bi obîsan hat topbarankirin û zerarên madî gihîştin mal û milkên şêniyan. Balafirên bêmirov jî di tevahiya rojê de li ser herêmê digeriya.

Her wiha balafirên şer ên dewlet Tirk a dagirker 4 caran gundê Xeseq ê nêzî Pira Qereqozaqê bombebaran kir. Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn. Gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Sina û girên Sêvê û Qereqozaqê bi zêdetirî 30 guleyên obîsên giran, tank, roket û hawanan hatin hedefkirin. Di encamê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên sivîlan bûn.

Eniya Dêr Hafir; çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan êrişî nuqteyên hêzên me bikin, lê şervanên me êriş têk birin û çalakiyek li dijî kombûnên wan li dar xist. Di encamê de hin çete birîndar bûn, lê hejmara wan nehat zanîn.

Eniya Eyn Îsayê; balafirên bêmirov di tevahiya rojê de li ser herêmê geriyan."

(bb)

ANHA