Îsraîlê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê pireke di navbera Sûriye û Lubnanê de bombebaran kir. Di encamê de pir ji xizmetê derket, hin kes birîndar bûn û zirarên madî çêbûn.

Îsraîlê sînorê Sûriye-Lubnanê bombebaran kir
21 sibat, 2025   10:51
NAVDNDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku balafirên Îsraîlê pira Wawiyat a li herêma Wadî Xalid a li ser sînorê Sûriye û Lubnanê bombebaran kiriye. SOHR’ê diyar kir ku di encamê de hin kes birîndar bûn, pir ji xizmetê derket û zirar li malên li derdorê bûn.

Her wiha SOHR’ê da zanîn ku bombe li geliyekê ketine, ji ber wê li bajarokê Kenîse û gundên derdora wê zirarên mezin li mal û milkên niştecihan bûne.

(bb)