Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin

 Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê kir.

Qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hat kirin
13 ÇILE, 2025   08:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevşaredarên Akdenîz a Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan ku di 10’ê Çileyê di serdegirtina malê de hatibûn binçavkirin, duh sewqî dadgeriyê hatin kirin û hatin girtin. Wezareta Karên Hundir ragihand ku li Şaredariya Akdenîzê qeyûm hatiye tayînkirin. 

 Wezareta Karên Navxweyî, ragihand ku qeymeqamê Akdenîzê Zeyît Şener wekî qeyûm tayinî Şaredariya Akdenîzê hatiye kirin. Her wiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 3 endamên meclisê jî ji peywirê hatine dûrxistin.