Li Humsê komkujî: 4 jê bira 5 kes hatin kuştin

Hate ragihandinên ku li gundewarê Humsê komkujiyek hat kirin. Di encamê de jê 4 bira 5 kes hatin kuştin. Li du deverên din ên Sûriyeyê jî 2 cenaze hatin dîtin.

Li Humsê komkujî: 4 jê bira 5 kes hatin kuştin
13 ÇILE, 2025   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li gundê Mezra yê Humsê komeke çekdar komkujiyek pêk anî. SOHRˈê ragihand ku çekdaran 4 jê bira 5 niştecihên gund bi guleyan qetil kirin û cenazeyên wan li devera Baba Emro hatin dîtin.

SOHRˈê destnîşan kir ku li bajarokê Sîn ê gundewarê Tertûsê jî komeke çekdar  îdia kir ku girêdayî "Rêveberiya Operasyonên Leşkerî" ye, dermansazek ji gundê Qerfîs ê Laziqiyê revand û bir cihekî nediyar e. SOHRˈê da zanîn ku dermansaz kuştî hat dîtin.

Hate ragihandin ku li bajarokê Risten ê Humsê jî ciwanek ji aliyê komeke çekdar ve hat qetilkirin, lê sedemên kuştinê nehatin zanîn.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve li deverên cuda yên Sûriyeyê 45 sûc hatine kirin û di encam de 90 kes hatin qetin kirin.

(bb)