Qeter û Ukraynayê peymanek parastinê îmze kir

Qeter û Ukraynayê li Dohayê peymaneke parastinê îmze kir, ku hevkariya di teknolojiya leşkerî de û danûstandina pisporiyê di rûbirbûna li dijî mûşek û dronan de dihewîne.

Qeter û Ukraynayê peymanek parastinê îmze kir
28 adar, 2026   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî serdana serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bo Dohayê, Qeterê îro ragihand ku peymaneke parastinê bi Ukraynayê re îmze kiriye. Li gorî peymanê, danûstandina pisporiyê di warê rûbirûbûna mûşek û dronan de jî heye.

Wezareta Parastinê ya Qeterê bi daxuyaniyekê diyar kir ku "di navbera Wezareta Parastinê ya Qeter û Wezareta Parastinê ya Ukraynayê de peymaneke hevkariyê di beşa parastinê de hat îmzekirin. Li gorî peymanê, warên hevkariya teknolojî, pêşxistina projeyên hevbeş, veberhênanên parastinê, pevguhertina pisporiyê di rûbirûbûna li dijî mûşek û dronan de dihewîne.

(fr)