Li Dihokê dronekê êrişî mala Nêçîrvan Barzanî kir

Li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê droneke bombekirî êrişî mala Nêçîrvan Barzanî kir û yek jî hat xistin.

Li Dihokê dronekê êrişî mala Nêçîrvan Barzanî kir
28 adar, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro droneke bombekirî êrişî mala Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Iraqê jî da zanîn ku dronek li nêzî mala Nêçîrvan Barzanî ket, teqînek çêkir û pergala parastina asîmanî jî dronek din jî beriya ku bigihîne armanca xwe xistin.

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî ev êriş şermezar kir û di peywendiyeke telefonê de bi Barzanî re diyar kir ku hikumet vê êrişê red dike û got pêwîstî bi parastina ewlehî û aramiya welat heye.

Sûdanî biryar da ku tîmeke ewlehî û pîşeyî ya hevbeş ji hikumeta Bexdayê û Hikumeta Federal a Başûrê Kurdistanê ji bo lêpirsîna bûyerê were avakirin, aliyên êriş pêk anîne werin diyarkirin û tedbîrên qanûnî li dijî wan werin girtin.

(fr)