Qedexekirina Ixwan El Muslimîn û kêşeyên li pêşiya Iraqê

Çavdêr dibêjin ku biryara qedexekirina Ixwan El Muslimîn li Urdunê nîşaneke zelal ku Ereb dixwazin têkiliyên bi tevgerên Îslamî yên siyasî re ji nû ve saz bikin. Li ser Iraqê jî zextên navneteweyî û herêmî zêde dibin.

Qedexekirina Ixwan El Muslimîn û kêşeyên li pêşiya Iraqê
24 nîsan, 2025   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro bal kişandin ser biryara wezîran a Urdunê ya ji bo qedexekirina  rêxistina Ixwan El Muslimîn û kêşeyên li pêşiya Iraqê.

QEDEXEKIRINA IXWAN EL MUSLIMÎN... DI NAVBERA SIYASET Û RAMANÊ DE

Piranîya rojnameyên Erebî bal kişandin ser biryara desthilatdarên Urdunî ya qedexekirina Ixwan El Muslimîn, ev biryar bû sedema gengeşeyên mezin derbarê encamên wê yên siyasî û ramyarî de. Rojnameya El Ereb ev qedexe weke nîşana ku "Qiralîtî êdî bawer nake ku islamî bêne kedîkirin" nirixand, rojnameya El Xelîc gotareke bi sernavê "Ixwan El Muslimîn ên Urdunê... Dawî" weşand, di heman demê de El Şerq El Ewset sernavek ku dualîtiya gotûbêjên berdewam nîşan dide weşand: " Qedexekirina Ixwan El Muslimîn... Di Navbera Siyaset û Ramanê de. "

El Şerq El Ewset bal kişand ser çarenûsa Eniya Kar a Îslamî, baskê siyasî yê Ixwanan, ku di 1992 de hatiye damezrandin. Rojnameyê her wiha dîroka pêwendiya gemarî ya di navbera Ixwanan û dewleta Urdunê de, ku li dijî tevgerên çepgir û neteweperest hevalbendî dikirin. "

KÊŞE Û DERFETÊN LI PÊŞ IRAQÊ LI GORÎ GUHERTINÊN NAVNETEWEYÎ

Derbarê Iraqê de, rojnameya El Ereb, behsa rastiya aloz a Iraqê li gorî guhertinên navdewletî kir, û bal kişand ser wê yekê ku ev guhertin "ne li gorî teoriyên klasîk ên naskirî ne", û siyaseta ku Serokê berê yê Amerîka Donald Trump pejirandibû destpêka guhertinekê ye ku çavdêran ji bo wê şaş bûne.

Rojnameyê diyar kir ku vekişîna Amerîkayê ji Afganîstanê û geşedanên li Xezayê, Sûriye û Lubnanê Iraq xistiye nav "zeviya mayinên siyasî" ku faktorên herêmî û navneteweyî tevlihev bûne. Herwiha bal kişand ser kêşeyên li pêşiya serokwezîrê Iraqê Mihemed Şeyaa El Sudanî, ji ber ku çîneke siyasî  heye, pala xwe dide berjewendiyên teng, her wiha lihevkirineke niştimanî ya zelal jî tune.

Rojnameyê daxwaza jinûavakirina lihevhatina niştimanî û çalakkirina sîstema federalî kir û da zanîn ku li Îraq serkirdeyên ku bikarin wê ji qeyranan derxînin hene, lê belê divê niyetên siyasî yên pak hebin û berjewendiyên neteweyî li ser yên mezhebî re bigirin.

(k)