Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê

Şêniyên bajarê Til Hemîsê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û got bi saya QSD’ê herêm ewle bûne.

Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
Şêniyên Til Hemîsê piştgirî da QSD’ê
19 ÇILE, 2026   14:57
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê yê kantona Cizîrê tevî nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û rûspiyan bi meşekê piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Meşê ji pêşiya avahiya meclisê dest pê kir. Di meşê de alên QSD’ê hatin hildan û dirûşmên "Em hemû QSD ne", "QSD îradeya me ye" hatin berzkirin.

Meş li Çerxerêya Geracê sekinî û deqeyekê rêz hat girtin. Li wir hevşaredarê Til Hemîsê Nasir El Bedran axivî û êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koçberkirina xelkê wê û xirabkirina binesaziya wê şermezar kirin.

Nasir El Bedran destnîşan kir ku êrişên li ser sivîlan û hêzên wê yên ewlehiyê sûcekî şer e û binpêkirina qanûnên navneteweyî ye.

El Bedran piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman û da zanîn ku QSD nûnertiya tevahiya pêkhateyan dike.

Bi navê Kongra Star Hojîn El Ebdullah jî axivî û bal kişand ser guhertinên bilez ên li herêmê rû didin, nebûna lihevkirinên zelal, tevlihevî û şerê medyayê ku hikumeta demkî dimeşîne.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanan a Til Hemîsê Ebduselam El Xenam jî bang li hikumeta demkî kir ku êrişên xwe li ser herêmê rawestîne û diyalogan esas bigire.

Bi navê eşîrên Til Hemîsê Îdan El Mihemed jî got eşîr piştgiriyê didin QSD’ê. Her wiha êriş û xiyanetên ku li hin herêmên çêdibin şermezar kirin û got tu têkiliyên van kiryaran bi taybetmendiyên eşîran re tune ne.

Meş bi dirûşmên "Em hemû QSD ne" û "QSD hêviya gelan e" bi dawî bû.

(b)