Qatilên Rîtac Osê hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn kesên jina ciwan Rîtac Osê qetil kiriye, destgîr kirin û ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî, radestî Meclisa Edaletê kirin.

Qatilên Rîtac Osê hatin destgîrkirin
22 kanûn, 2023   11:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî bûyera qetilkirina jina ciwan Rîtac Osê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Di 07.11.2023`yan de agahî hat ber destê hêzên me ku li taxa Enteriye ya Qamişloyê, kesek hatiye kuştin. Hêzên me yekser çûn cihê bûyerê. Di dema lêkolînan de li nexweşxaneyê aşkera bû ku kesa hatiye kuştin jineke ciwan bi navê Rîtac Osê ye.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, li cihê bûyerê delîl kom kirin û lêpirsîn bi gelek kesên gumanbar re çêkirin. Di encamê de li xwe mikur hatin ku ji ber pirsgirêkên malbatî, Rîtac kuştine. Dûre ji bo temamkirina tedbîrên qanûnî ji Meclisa Edaletê re hatin radestkirin.”

(şx)