Rûsyayê Îsraîl hişyar kir: Şamê nekişîne nava şerên berfireh

Rûsyayê hişyarî da ku êrişên Îsraîlê yên li dijî Sûriyeyê û aloziya li ser sînorê Lubnanê, dibe ku hikumeta Şamê bikişîne nava şerekî herêmî yê berfireh.

Rûsyayê Îsraîl hişyar kir: Şamê nekişîne nava şerên berfireh
22 kanûn, 2023   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Cîgirê yekem ê nûnerê daîm ê Rûsyayê li NY`yê Dmitriy Polyansky got: "Di aliyê hejmara qurbaniyan de, ev cara yekê ye şerekî wisa gur li Filistîn û Îsraîlê çêdibe û li Sûriyeya dost jî aloziyeke din çêdike.”

Ployansky wiha domand: "Êrişên hewayî yên Îsraîlê li dijî Sûriyeyê, zêdebûna êrişên li ser xeta şîn a di navbera Lubnan û Îsraîlê de, gef in ku dibe Sûriyeyê bikişîne nava şerekî herêmî yê berfireh. Lê bi tu awayî nabe ev bibe."

Îsraîlê di vê dawiyê de êrişên xwe li dijî herêmên hikumeta Şamê zêde kirine, nemaze piştî êrişa Hemasê ya di 7`ê Cotmehê de.

(şx)