Jinên çalakvan ên Sine hilbijartinên 12’emîn yên Îranê boykot bikin

Çalakvanên mafê mirovan ên bajarê Sine ragihandin ku wê hilbijartinên 12’emîn yên Parlamentoya Îranê boykot bikin.

Jinên çalakvan ên Sine hilbijartinên 12’emîn yên Îranê boykot bikin
28 sibat, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakvanên jin ên parastina mafê jinan ên bajarê Sine, duh bi daxuyaniyekê ragihandin ku hilbijartinên 12’emîn yên Parlamentoya Îranê wê boykot bikin. Her wiha bang li giştî gelên Îranê kirin ku di 11’ê Adarê de li malên xwe bimênin û hilbijartina bi vî awayî red bikin.

Di heman daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ guhertinek mezin di qada siyasî ya Îranê de çêkiriye. Ji bo wê em wek jinên çalakvanên Sine vê hilbijartinê qebûl nakin. Ji ber ku bingeha sîstema Îranê ji gelek kêmûkurtiyan pêktê. Vê hilbijartina ku tenê sembolîk û seranseriye, em nas nakin.

Di roja hilbijartinê ya 1’ê Adarê de, bi dirûşma ‘Ji sindoqan û ji nîşandana sîstema dîktatoriyê re na’ emê li malên xwe bimînin û bi qêrin:

Ji darvekirinê re na

Ji girtinên ji ber cudahiya ramanên siyasî re na 

Ji desthilatdariya îdeolojîk re na

Ji binpêkirina mafên mirovan re na

Ji cudahiya zayendî re na

Ji dûrxistina mamostayên xwendinê û zanîngehan re na

Ji çewisandina xwendevanan re na

Ji çewisandina karkeran re na

Emê li malên xwe bimênin da ku nîşan bidin ku Tevgera Azadiya Jinê zindî û çalake.”

Hêjayî gotinêye ku Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî hilbijartinên 1’ê Adarê yên Îranê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew hilbijartin li dijî armanc û rêgezên “Jin, Jiyan û Azadiyê” ne û bang li her kesî kir ku wan hilbijartinan boykot bikin.