Basil Ebdilezîz bû wezîrê pîşesazî û bazirganiya navxweyî

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şara îro Basil Ebdilezîz Ebdilnan wek wezîrê pîşesazî, bazirganiya navxweyî û parastina mezêxeran tayîn kir.

Basil Ebdilezîz bû wezîrê pîşesazî û bazirganiya navxweyî
19 cotmeh, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şara, Fermana Hejmar 189 a sala 2026’an derxist û Basil Ebdilezîz Ebdilnan wek wezîrê pîşesazî, bazirganiya navxweyî û parastina mezêxeran tayîn kir, li şûna Mihemed Nîdal El Şaar.

Duh, El Şara Omer Samir El Helebî wek şêwirmendê kar û barên aborî yê Serokatiya Komarê û serokê Lijneya Rêvebir a Fona Serwer tayîn kiribû.

El Şara her wiha Mahir Xelîl El Hesen wek rêveberê Şîrketa Petrolê ya Sûriyeyê tayîn kir, li şûna Yûsif Qeblawî.

(k)

ANHA