Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir

Komeke şêniyên Qamişloyê li ber avahiya Rêveberiya Herêmê çalakiyek li dar xist û daxwaza dayîna mûçeyên derengmayî yên karmendan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir.

Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
Qamişloyiyan dawxaza dayîna mûçeyan û kêmkirina buhayên sotemeniyê kir
10 tebax, 2026   12:50
QAMIŞLO

Îro danê sibê komeke şêniyên Qamişloyê ji bo protestokirina derengmayîna dayîna mûçeyên karmendan û ji bo daxwaza çareserina bilindbûna buhayên sotemeniyê, li ber avahiya Rêveberiya Herêmê çalakiyek li dar xist.

Rêvebera herêmê Cîhan Hesam bi xwepêşandêran re civiya û daxwaz û giliyên wan guhdar kirin. Cîhanê diyar kir ku xebat ji bo çareserkirina pirsgirêka mafên darayî û misogerkirina mûçeyên derengmayî yên karmendan berdewam dike.

Cîhanê her wiha da zanîn ku buhayê bilind ê mazotê û kêmbûna elektrîkê mijarên sereke bûn ku di civîna di navbera fermandarê giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şera de hatine gotûbêjkirin.

Têkildarî derengketina dayîna mûçeyan, Cîhan Hesam diyar kir ku ew ê sibê biçe postexaneyên Qamişlo û Amûdê da ku pirsgirêka mûçeyên karmendan bişopîne, sedemên derengketina mûçeyan nas bike û li ser dîtina çareseriyeke ji bo pirsgirêkê bixebite.

(k)

ANHA