Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in

Malbatên koçber ên Serêkaniyê ji bo vegerê kêfxweşiya xwe anî ziman û got "Her tim me xeyal dikir em vegerin, malên xwe lê bikin û li warê xwe bijîn."

Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
Koçberên vedigerin Serêkaniyê: Em gelekî kêfxweş in
10 tebax, 2026   12:05
HESEKÊ

Karwanê yekem ê koçberên Serêkaniyê yên derdora 400 malbatî, îro ji Kampa Waşokanî bi rê ket. Piştî 7 salan vedigerin warê xwe û bi hêvî ne ku aram bijîn.

Ji karwanê yekem ê koçberên Serêkaniyê çend kes, berî ku bi rê bikevin, ji ANHA`ê re axivîn.

Mihemed Hisên El Elî got: "Em nikarin kêfxweşiya xwe bi lêv bikin. Keçeke min a biçûk heye, ji kêfan xew nekir. Veger xeyala me bû, me li koçberiyê gelek zehmetî dîtin. Em ê îro vedigerin, malên xwe lê bikin û mîna berê bijîn."

Fatma Emîn Şerîf jî got: "Min gelekî bêriya mal û bajarê xwe kiriye. Me li koçberiyê zor û zehmetî dît û zarokên me dûrî warê xwe mezin bûn. Em bi vegerê gelekî şa û bextewer bûne. Heke baskên min hebûne, ez ê ji kêfan bifiriyama. Dibe ku mala me wêran bûye lê li pêşiya vegerê nabe asteng."

(np)

ANHA