PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand

Partiya Yekitiya Demokratîk li Girkê Legê der barê rewşa siyasî de ji gel re civînek li dar xist.

PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
PYD`ê li Girkê Legê bi civînekê rewşa dawîn nirxand
13 gulan, 2026   15:00
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ofîsa xwe ya bajarê Girkê Legê ji bo gotûbêjkirina rewşa heyî û mekanîzmaya entegrasyonê, civînek li dar xist. Şênî û endamên saziyên cuda beşdarî civînê bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre şêwirmendê Meclisa Bajarê Girkê Legê Kawa Qehreman li ser geşedanên siyasî yên li herêmê axivî. Qehreman diyar kir ku qonaxa heyî di bin şert û mercên heyî de hewceyî asteke bilind a hişmendî û berpirsyariya hevbeş e. 

Qehreman got divê baweriyê bi şerê taybet neynin û baweriya bi hêza civakê û hevgirtinê xurt bikin da ku destkeftiyên di salên dawîn de hatine bidestxistin biparêzin.

Beşdarên civînê jî bal kişand ser girîngiya fêrbûna ji ezmûnên berê û xurtkirina yekitiya Kurdan di qonaxa heyî de. Beşdaran da zanîn ku qonaxa heyî hewceyê hişmendî û birêxistinbûneke mezintir e da ku destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin werin parastin.

(k)