Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir

Partiya El Weten El Sûrî ji bo parastina zeviyên çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyarkirinê da destpêkirin.

Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
Ji bo parastina çandiniyê ji şewatan pêngaveke hişyariyê dest pê kir
13 gulan, 2026   14:57
HESEKÊ

Bi nêzîkbûna mewsima çinînê re, Partiya El Weten El Sûrî pêngavek bi dirûşma "Genimê me zêr e, nehêlin bibe xwelî" da destpêkirin. Di çarçoveya pêngavê de belavokên hişyarkirina ji şewatan û bandorên wê tên belavkirin.

Beriya ku pêngav dest pê bike, beşdarên pêngavê bi parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed re civiya. Di civînê de girîngiya pêngavê ji bo belavkirina çanda parastina çandiniyê ji şewatan hat vegotin. Her wiha rola tevkariya di navbera aliyên têkildarî û yên xwecih de ji bo parastina çandiniyê hat destnîşankirin.

Piştî civînê pêngav ji pêşiya avahiya parêgariyê ya Hesekê dest pê kir û belavok li şêniyan hatin belavkirin.

Pêngav dê 3 rojan li seranserî herêmên parêzgehê dewam bike û dibe dema wê were dirêjkirin.

(bb)

ANHA