PYD: Em bang li hêzên niştîmanî dikin ku bûyerê rawestînin

PYD'ê der barê bûyerên li Siwêdayê de daxuyaniyek da. PYD`ê di daxuyaniyê de hişyarî da ku dê şerekî navxweyî li Sûriyeyê rû bide. Di heman demê de bang li hêzên nîştimanî demildest destwerdanê bikin ji bo ku rewş aloztir nebe. 

PYD: Em bang li hêzên niştîmanî dikin ku bûyerê rawestînin
14 tîrmeh, 2025   22:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) der barê bûyerên li Siwêdayê de daxuyaniyek da.

PYD`ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ji bûyerên li Siwêdayê bi fikar e ku di encamê de bi dehan sivîl û ciwan ên ji bo parastina xelkê xwe çek rakirine, jiyana xwe ji dest dan.

PYD`ê rewşa li Siwêdayê bi nîşaneyên fitneyeke hundirîn a xetere wesifand ku li dijî tevna Sûriyeyê ye û welêt ber bi şerekî navxweyî ve dibe. PYD`ê anî ziman ku `bazirganên şer û hêzên derve` berpirsên vê fitneyê ne û wê gûr dikin.

PYD'ê bang li hikumeta veguhêz a Sûriyeyê kir ku li hemberî parastina tevahî gelê Sûriyeyê xwedî li berpirsiyariya xwe derkeve, ji provakasyonan û xîtabê nefretê dûr bikeve. Her wiha bang li hêzên demokratîk û nîştimanî kir ku ji bo rawestandina şer û fitneyê destmildest destwerdanê bikin.

PYD`ê destnîşan kir ku avakirina Sûriyeya demokratîk a pirreng û nenavendî ku maf û azadiyan misoger dike û derî li pêşiya nakokiyên hundirîn digire, çareseriya rewşa li Sûriyeyê ye.  

(mh-şx)

ANHA