Hewldana kuştina Şêxê durziyan Hikmet El-Hicrî têk çû

Rêberî ruhanî yê civaka muslimanên miwehidîn (durzi) ya Sûriyeyê şêx Hikmet El Hicrî ji hewldaneke kuştinê filitî.

Hewldana kuştina Şêxê durziyan Hikmet El-Hicrî têk çû
14 tîrmeh, 2025   22:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihana me li Siweydayê ragihand ku rêberê ruhanî yê civaka muslimanên mihwehidîn (durzi) ya Sûriyeyê şêx Hikmet El Hicrî ji hewldaneke kuştinê fitiye. 

Nûçegihana me destnîşan kir ku li navenda bajêr, rewş aram e. Serokke ruhanî ya muslimanên miwehidîn (durzi) daxuyaniyek da û bang li rawestandina şerê li parêzgehê kir.

Di daxuyaniyê de hate aşkera kir ku ji destpêkê ve ew ne li dijî birêxistinkirina bajêr û rêveberiyê, avakirina hêzên polîsan ji şêniyên Siwêdayê û kesên “bi rûmet” bû. Di heman demê de got ew “komên tundraw yên li derveyî qanûnê” red dike.

Serokatiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku divê çareserî aştiyane û dîplomatîk be û ew di wê baweriyê de ye ku hikumeta veguhêz xwedî heman helwest be û got: “Têkilyên me bi hikumetê re qut nebûne û qut nabin û em bi çareseriyê bawer in ku bi erêkirina her kesî be.”

(şx)