Pûtîn wê bi Esed re biaxive

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got ku dê der barê rojnamevanê amerîkî yê li Sûriyeyê winda bûye de bi Beşar Esed re biaxive.

Pûtîn wê bi Esed re biaxive
19 kanûn, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji rojnamevanan re axivî, diyar kir ku ew ê bi Beşar Esed re biaxive û pirsa rojnamevanê amerîkî Austin Tice yê windayî jê bike.

Pûtîn anî ziman Rûsya li Sûriyê têk neçûye, lê armanc bi dest xistine.

Pûtîn da zanîn ku Ewropî hewl didin rewşa li Sûriyeyê wekî binkeftina Rûsyayê nîşan bidin û got: "Divê em lêkolîn bikin bê ka çawa baregehên xwe yên leşkerî yên li Sûriyeyê biparêzin. Me pêşniyar kir ku hevkarên me du baregehên me yên heweyî yên li Sûriyeyê wekî baregeha deryayî ji bo armancên mirovî bikar bînin."

Pûtîn destnîşan kir ku Rûsya 4 hezar leşkerên Îranê ji Sûriyeyê derxist.

) bb)