Aldar Xelîl bang kir: Kongreyeke awarte li dar bixin

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˋê Aldar Xelîl bang li tevahî aliyên Kurdî kir ku ji bo yekitiya helwesta Kurdî kongreyeke awarte li dar bixin.

Aldar Xelîl bang kir: Kongreyeke awarte li dar bixin
19 kanûn, 2024   16:42
HESEKÊ

Îro ji fermandarê Hêzên Cebhet El Ekrad şehîd Şêro Elî û şervanê QSDˋê şehîd Rojbîn Hesekê de bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê hatin oxirkirin.

Di merasîmê de endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl  axivî.

Xelîl di axaftina xwe de bang li tevahî aliyên Kurdî kir ku ji bo yekitiya neteweyî kongreyeke awarte li dar bixin.

Xelîl diyar kir ku yekitiya Kurdî di navbera partiyan de ye, ne li ser hesabê biratiya gelan a li herêmê ye, lê ji wê zêdetir vê pransîbê xurttir dike.

Endamê Desteya Hevserokatiya PYDˋê Aldar Xelîl di dawiyê de got Rêveberiya Xweser li ser bingeha biratiya gelan û fedakariya 14 hezar şehîdan hatiye avakirin û got: "Kî hêvî dike ku vîna Rêveberiya Xweser bişikîne ew ê li pêşberî xwe berxwedan mezineke bibîne."

(fr)

ANHA