Pûtîn û Erdogan banga agirbesteke bilez li Rojhilata Navîn kir

Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan banga agirbesteke bilez li Rojhilata Navîn kir, ku bandorên şer ên neyînî yên li ser herêmê û cîhanê bên sînordarkirin.

Pûtîn û Erdogan banga agirbesteke bilez li Rojhilata Navîn kir
3 nîsan, 2026   20:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî derbasbûna zêdetirî mehekê di ser destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê re, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û hempîşeyê wî yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di pêwendiyeke telefonê de,  banga agirbesteke lezgîn li Rojhilata Navîn kir.

Kremlinê destnîşan kir ku her du serokan behsa pêwîstiya gihîştina agirbesteke bilez û pêşxistina peymanên aştiyê yên lihevkirî ku berjewendiyên rewa yên hemû welatên herêmê li ber çavan digirin, kir.

Kermilnê diyar kir ku wan da zanîn ku operasyonên leşkerî yên dijwar dibin sedema encamên neyînî yên cidî, ne tenê li ser asta herêmî, lê di heman demê de li ser asta cîhanî jî û bandorê li warên enerjî, bazirganî û lojîstîkê dikin.

(ac/fr)

ANHA