Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin

Rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina PJAK’ê li Binarê Qendîlê bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. Bi heman boneyê li Şengalê jî zarokan rojbûna Rêber Apo pîroz kir.

Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
Li Qendîl û Şengalê rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin
3 nîsan, 2026   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên bi boneya 4ˊê Nîsanê, Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan didomin.

QENDÎL

Îro li Binarê Qendîlê bi beşdariya bi hezaran jin, welatparêz û azadîxwazên ji Başûrê Kurdistanê, bi boneya 4’ê Nîsanê, rojbûna Rêber Apo û damezrandina Partiya Jiyana Azad a Kurdistan (PJAK) bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre Hevseroka Meclisa Gel a Binarê Qendîlê Lavan Mistafa peyama meclise xwend û tê de wiha hate gotin; “4’ê Nîsanê ne tenê rojeke, lê ji bo gelekê bindest destpêka dîrokeke nû ye. Rêber Apo felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ kir bingehê gerdûnê.”

Di peyamê de hat gotin ku Îmralî bûye navenda berxwedana cîhanî û soz hat dayîn ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were, ewê têkoşînê bidomînin.

Berivan Mihemed peyama Kongreya Star jî xwend, ku tê de rola pêşeng a jinan di ramana Rêber Apo de hate destnîşankirin û jin weke hêza bingehîn a guhertina demokratîk li herêmê hate pênasekirin.

Di merasîmê de, Sarya Luqman, li ser navê xelkê welatparêz yê Rojhilatê Kurdistanê, peyamek pêşkeş kir û wiha got; “Damezrandina PJAK’ê di sala 2004’an de û YPJ’ê li Rojava werçerxaneke dîrokî bû. Bi sûdwergirtina ji felsefeya Rêber Apo, PJAK’ê karî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bigihîne lûtkeyê.”

Paşê Dr. Rizgar Hesen, çalakvanekî ji çiyayên Qendîlê, peyama herêma Sêweys xwend. Di peyamê de wiha hat gotin: “4’ê Nîsanê cejna şiyarbûna neteweyekê ye. Rêber Apo fîlozofê ku têgeha azadiyê kir rastî ye. Çandina daran di vê rojê de sembola nûkirina peymana dilsoziyê ya bi Rêber Apo re ye.”

Her wisa di pîrozbahiyê de, koma zarokan a Binarê Qendîlê bi çend stranên şoreşgerî beşdarî şahiyê bû. Her wiha hunermenda netewî Şiwane Helşoyî jî bi pêşkêşkirina çend stranan coşeke mezintir da şahiyê. Beşdaran jî bi govend û qêrîna dirûşmeyên wekî ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dilsoziya xwe a ji Rêber Apo re nîşan dan.

ŞENGAL

Bi boneya 4’ê Nîsanê, Rojbûna Rêber Apo, li Baxçeyê Deşta Erzan ê li Geliyê Kersê, ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Êzîdxanê û şaredariyên gel ên Şengalê ve, şahiyek ji bo zarokan hat lidarxistin.

Di serî de zarok li hev kom bûn û bi boneya vê rojê li baxçe dar çandin. Piştre ji bo zarokan bernameyeke taybet a gotina stranan, lîstikên corbicor û govendê ku hatibû amadekirin, destpê kir.

Zarokên ku ji bo gotina stranan amade bûbûn, stranên xwe pêşkêş kirin û paşê axaftin hatin kirin. Di serî de li ser navê şaredariyên gel ên Şengalê Mariya Şengalî axivî û got: “Bi boneya rojbûna Rêber Apo em li vir amade bûne. Ev roj ji bo me wek civaka êzidî xwedî wate û giringe. Em rojbûna Rêber Apo li hemû şervan, gerîla û bi taybet li malbatên şehîdan pîroz dikin. Me xwest bi minasebeta vê rojê em zarokan kêfxweş bikin û li ser vî esasî me îro ev zarok li vir kom kirine.”

Mamosta Xalida Îbrahîm jî axivî û got: “Ev meh ji bo me bi giştî pîroz e ku di nava civaka me de wek meha afirandina kaniyatê tê zanîn. Di vê mehê de cejnên wek Çarşema serê Nîsanê hene û di destpêka mehê de rojbûna Rêber Apo heye, em hê bêtir xwedî li vê mehê der dikevin. Em rojbûna Rêber Apo li hemû mamosta, şagirt û gelê xwe pîroz dikin û em bi hêvî ne ku em di sala bê de vê rojê bi Rêber Apo re pîroz bikin.”

Piştî axaftinan, bernameya ku ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê ve ji bo zarokan hatibû amadekirin, destpê kir. Di lîstikan de zarok ketin pêşbirkê û zarokên ku bûn serkeftiyên yekemîn, ji aliyê saziyê ve hatin xelatkirin.