Li rojhilatê Reqayê êrişa çekdarî; 2 sivîl hatin qetilkirin

2 êrişkaran êrişî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li rojhilatê Reqayê kir, di encamê de 2 sivîlên li ser bendê bûn hatin qetilkirin. Hêzan bi ser êrişkaran de girtî di encamê de hat kuştin.

Li rojhilatê Reqayê êrişa çekdarî; 2 sivîl hatin qetilkirin
15 cotmeh, 2025   16:25
REQA

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, li dijî benda kontrolê ya Menaxir a li gundewarê rojhilatê kantona Reqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 kesên li ser motorsiklêtê siwar bûbûn, êrişek çekdarî pêk anîn.

Nûçegihanan diyar kir ku dema sivîlek di benda kontrolê re derbas dibû çekdaran êriş kir, di encamê de 2 sivîl hatin qetilkirin. Lê tu agahiyên der barê qurbaniyên dîtir de bi dest neketine.

Nûçegihana anî ziman ku endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser benda kontrolê bersiva êrişkaran da, bi ser êrişkarekî de girt û ew kuşt, li kêlek wê jî çek û motorsiklêt jî desteser kir.

(fr)

ANHA