Putin: Rûsya ber bi dawîkirina şerê Ukraynayê ve diçe

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, Moskov ber bi dawîkirina şerê Ukraynayê ve diçe.

Putin: Rûsya ber bi dawîkirina şerê Ukraynayê ve diçe
31 tebax, 2026   20:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dema  civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê de,  Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi hevdîtin kir.

Di hevdîtinê de Putin anî ziman ku Moskov ber bi dawîkirina şerê Ukraynayê ve diçe.

Kremlin jî ragihand ku Putin û Serokê Çînê Xi Jinping di civîna îro ya Kirgizistanê de li ser şerê Ukraynayê nîqaş kirine. Her wiha destnîşan kir ku ev mijar ne ya sereke ya civîna di navbera her du aliyan de bû.

Li aliyekî din, êrişên bi dronan ên li ser Kîev û derdora wê di roja 5‘emîn de didomin. Li gelek deveran sirnên hişyarî lê dan û aliyên jiyana rojane ya bi mîlyonan niştechî sekinî.

Waliyê herêma Kîevê Timur Tkachenko di nivîsekê ya li ser Telegramê de got, di êrişên berbanga îro de 4 kes birîndar bûn û zirar li depo, avahiyek niştecihbûnê û firoşgehekê bûn.

Li gorî rayedarên Ukraynayê ragihandibûn, di bombebarankirina depoyeke çekan a Ukraynayê de ku roja înê pêk hatibû, 38 kes hatin kuştin.

(bb)