Pirsgirêka çopê li Hesekê zêde dibe, mazot û alav kêm in

Li bajarê Hesekê pirsgirêka çopê zêde dibe, mazot, karmend û alavên paqijiyê kêm in. Şaredariyê ji bo çareserkirina aloziya heyî daxwaza hezar karmendên paqijiyê, 85 alavan û rojane 2 hezar lîtreyên mazotê kir.

1 îlon, 2026   05:47
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Li kolan û taxên bajarê Hesekê, ji ber ev çend roj in çop nehatiye rakirin, bi awayeke zêde çop kom bûye, şênî jî ji ber bêhna qirêj gazincan dikin.

Ji ber zêdebûna hejmara şêniyan, koçberên ku ji neçarî ve koç kirine rojane nêzî 250-300 ton çop ji bajar derdikeve. Beşa paqijiyê ji ber nebûna derfetê rojane tenê nêzî 100 ton çop radike.

Li gorî çavdêrê Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel a Hesekê Ehmed El Zahir, kêmbûna mazotê, derengmayîna dayîna wê, kêmbûna hejmara karmendên paqijiyê û xerabbûna hejmareke mezin a alavên paqijiyê sedemên derketina vê pirsgirkê ye.

Hikumeta veguhêz jî bêyî daxuyaniyeke fermî û gotina sedeman, dayîna mazota xizmetguzarî ji bo sektora xizmetguzarî li Parêzgeha Hesekê rawestand.

Ehmed El Zahir destnîşan kir ku ne tenê ji ber kêmbûna sotemeniyê li bajêr çop kom dibe, li sektora paqijiyê jî hejmara karmendan kêm e, nîvê alavên girêdayî şaredariyê xerab bûne û ev dihêle ku ew nikaribin çopa komkirî rakin.

El Zahir da zanîn ku niha hejmara karmendên paqijiyê derdora 226 karmendî ye, ji 42 alavên paqijiyê, tenê 20 di xizmetê de ne.

Beşa paqijiyê li ser 2 dana dixebite, danek ji saet 06:00-13:00`an û dana din jî saet 17:00-00:00`an e.

Beşa Paqijiyê ya Şaredariya Gel li gorî derfetên xwe yên heyî ji esasê 250-300 ton çop, rojane tenê 100 ton çop radike.

El Zahir daxwaz ji şêniyan kir ku çopê deynin cihê wê yê ji rê hatiye veqetandin û çopê di dema wê ya diyar de deynin cihê pêwîst.

El Zahir destnîşan kir ku beş bi hacetî bidawîkirina mijara komkirina çopê, nêzî hezar karmendên paqijiyê, 85 alavên paqijiyê û rojane 2 hezar lîtreyên mazotê ye.

El Zahir da zanîn ku ew amade ne, di dema hebûna derfetan de saetên xebatê zêde bikin.

(sb)

ANHA