‘Naskirina bawernameyan gaveke erênî ye lê têrê nake’

Mamoste û xwendekaran biryara naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser wek gaveke girîng nirxand û got heya ku bawernameyên peymangeh û zanîngehan neyên naskirin û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de neyê mîsogerkirin, ew vê biryarê têrker nabînin.

‘Naskirina bawernameyan gaveke erênî ye lê têrê nake’
25 hezîran, 2026   07:45
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya girêdayî naskirina bawernameyên dibistanên Rêveberiya Xweser ên qonaxên seretayî, navîn û amadehî, ji bo gel, mamoste û xwendekaran bûye cihê kêfxweşiyê.

Mamosteya zimanê kurdî ya li bajarê Çilaxayê Nezha Seyfedîn biryar wek “gaveke girîng” nirxand û got biryar ji bo xwendekar, mamoste û şêniyên herêma Cizîrê yên ku perwerdeya xwe di rewşên zehmet de domand, rehetiyek çêkiriye.

Nezhayê got: “Naskirina bawernameyan yek ji berhemên ked û têkoşîna şehîdên me ye. Ev bi hêsanî nehatiye. Gelê li herêmê 14 salan têkoşîn kirine û ji bo pêkanîna mîna vê serkeftinê gelek berdêl dane.”

Nezha Seyfedîn anî ziman ku biryar her çi qasî gaveke girîng be jî lê têrê nake û ev li gotinên xwe zêde kir: "Divê bawernameyên peymangeh û zanîngehan jî bên naskirin. Zimanê kurdî jî di destûra Sûriyeyê de fermî bibe.”

Di dawiya gotina xwe de mamoste Nezha Seyfedîn daxwaza bidestxistina hemû mafên perwerdeyê kir.

Xwendekara refa 12`an Nûra Xelef jî da zanîn ku bi taybet di rewşeke tijî astengî, piştî ew qas salan ji xwendinê û tirsa ji pêşeroja perwerdeyê, ev biryar rehetiyeke mezin ji bo xwendekaran çêkir.

Tevî ku Nûra Xelef kêfxweşiya xwe nîşan da, lê vê gavê “ne temamker” dibîne. Nûrayê banga naskirina bawernameyên peymangeh û zanîngehên girêdayî Rêveberiya Xweser kir. Her wiha xwest ku zimanê kurdî di xwendina bilind de bê dayîn û xwendina bi zimanê kurdî bi awayekî fermî bê domandin.

Nûra Xelef da zanîn ku bi saya xwîna şehîdan û têkoşîna domdar ev gav hatiye dîtin û got heta ew di destûrê de mafê xwe yê xwendinê bi dest bixin, wê daxwazên xwe bidomînin.

(sb)

ANHA