Projeya mezin a berxwedanê: Şehîd Norşîn

Rêwîtiya têkoşînê ya şehîd Norşîn Serhed bi guhdarîkirin li kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê û xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dest pê kir. Norşîn Serhed li gelek deveran tê koştiya û di rêya azadiyê de şehîd bû.

Projeya mezin a berxwedanê: Şehîd Norşîn
2 kanûn, 2023   03:06
HELEB
NESRÎN ŞÊXO

Norşîn Serhed bi navê xwe yê rast Ferîhan Îsmaîl sala 1985′an li gundê Mamlo yê navçeya Raco ya bajarê Efrînê ji dayik bû. Norşîn di nava malbateke welatparêz de ku ji 8 ferdan pêk tê mezin dib. Norşîn ji xwişk û birayên xwe ya 4′an e. Xwişka wê ya mezin Nîmet e û birayê wê yê bi navê Mihemed Emîn 29  sal e di girîgehên desthilata dewleta Tirk de ye. Navên bira û xwişkên wê yên din Idrîs, Egîd û Orvan in.

TAYBETMENDIYÊN WÊ

Ferîhan Îsmaîl bi zîretiya xwe, baldarî û zanebûna xwe dihat nasîn. Ferîhan Îsmaîl  asta seretayî tenê xwend. Li ser sedema ku xwendina xwe temam kir, bavê Ferîhan, Emîn Îsmaîl got: "Dibistana navîn li gund tunebû,  ji bo xwendin temamkiriba lazim bû biçûya navenda navçeya Racoyê, lê navenda navçeyê jî hinekî dûr bû. Ferîhan bi îradeya xwe û bi biryara xwe dibistan terik kir."

Ferîhan tevî ku dibistan terik kir jî lê hêviya fêrbûnê qut nekir. Piraniya dema xwe bi temaşekirina nûçeyan derbas dikir û bi demê re fêrî xwendin û nîvisandinê bû.

Malbata Ferîhan bi rêya hin xizmên xwe Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas kir. Xwişka Ferîhan, Nîmet Îsmaîl got: "Me bi rêya kurxalê bavê min Yehya Xelîl ê sala 1992`an li çiyayê Kurdistanê şehîd bû, Tevgera Rizgariya Kurdistanê kir. Şehîd Yehya Xelîl li bajarê Helebê dima, carê serdana bavê min dikir û fikrên tevgerê parve dikir."

Malbata Ferîhan deriyê xwe ji kadroyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê re vekir û civînên wan li mal dihatin lidarxistin. Wê demê Ferîhan tev li civînan dibû û guhdarî dikir bêyî ku biaxive, lê agahiyên li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê di mejiyê xwe de kom dikir.

Nîmet anî ziman ku dema tevger nas kir birayê wê Mihemed bi endamên tevgerê re digeriye û got: "Piştî tev li karê siyasî bû tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û berî da çiyayên Kurdistanê.′′

Dema birayê wê Mihemed Emîn tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe, Ferîhan 7 salî bû. Mihemed Emîn di salên 90′î de ji aliyê desthilata Tirk ve hat girtin. Li ser vê mijarê Nîmet got: "Dema ku dê û bavê min ji serdana birayê min ê girtî vedigeriyan tevahî rojê behsa wî dikir, Ferîhan jî gotinên li ser qeheremiya birayê min guhdarî dikir û biryar da tev li tevgerê bibe."

Ferîhan bi kadroyên tevgerê re digeriya, helbest li ser Rêber Abdullah Ocalan dinîvisandin û di boneyên ku li gund dihatin lidarxistin de dixwend. Birayê wê yê girtî, her wiha gerîlayên azadiyê bandor lê kir û li ser vê yekê tev li Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû û navê Norşîn Serhed hilbijart.

Emîn li ser helwesta xwe ya der barê beşdarbûna keça xwe nava tevgerê de wiha got: "Min pêşiya wê negirt. Bi hevala xwe ya zarokatiyê Jiyan Tolhildan tev lê bû. Wekî bav min ji wê û hevêyên wê re dûa kir xwedê wan biparêze."

Norşîn dema ku tev li bû, gazî li bavê xwe kir. Bavê wî wiha got: "Dema keça min xatir ji min xwest  laşê min lerizî. Hingî min nas kir ku guhdarîkirina wê li axaftinên me ne bê sedem bû, lê lê ji bo ku agahiyan berhev bike, da ku agahiyên wê der barê tevgerê de pirbibin û di dema ku biyara teblîbûnê bide zanibe çawa tevbigere."

Norşîn Serhed li gelek deverên Herêmên Parastinê yên Medyayê li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker tê koşiya û di 8′ê Tebaxa 2022′yan li herêma Garê şehîd bû.

Dayika şehîd Norşîn Serhed, Qudret Mihemed li ser zarokatiya keça xwe got: "Delaliya male bû, aram û bêdeng bû, kêm caran me dengê wî dibihîst, piraniya dema xwe li ber telefîzyonê derbas dikir û bi bavê xwe re nûçe guhdarî dikir.′′

Qudret Mihemed der barê tevlêbûna keça xwe ya nava tevgerê de ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelelk caran nedihat mal. Dema min xwest nas bikim bê ka çi dibe, min nas kir kir ku bi şehîd Jiyan Tohildan re pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dixwîne. Pirtûk bandor lê kir, çiyayê Kurdistanê dabû ber çavê xwe, biryar da ku temanê xwe li wir di lêgerîna li azadiyê de derbas bike û ji bo pêkanîna azadiyê şer kir."

20 SALAN AGAHIYÊN WÊ QUT BÛ

Malbata Norşîn piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wî ve koçberî Helebê bûn û li taxa Şêxmeqsûdê bi cih bû. Piştî 20 salan dayika wê wê li Helebê dît û got: "Hevdîtina yekemîn a piştî 20 salan li ser vê erdîngariya biçûk bû."

Dayika şehîd Norşîn got, Norşîn ji xwişk û birayên xwe û hevaryên xwe hez dikir.

Bav Emîn diyar kir ku keça wî ya şehîd ruxmî mercên zehmet hewl dida destkeftiyan bi dest bixe û wiha got: "Li malê bi exalq bû, kêm caran me dengê wê didikir. Deriyê mala min ji hevalan re vekirî bû, dema serdena me dikirin û mijarên siyasî nîqaş dikirin, Norşîn rûdinişt û li me guhdarî dikir."

HÊZA TIJÎ RONAHÎ

Emîn Îsamîl her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan meşale ji me re pêxist. Dewletên komploger hewl didin vê meşaleyê vemirînin, lê nikarin; ji ber ku hêza me heye. Bi hêza xwe em ê gavan biavêjin. Keç û kurên me yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li ber xwe didin hêza tijî ronahî ye. Bi saya wan em ê Kurdistaneke ne parçebûyî bi dest bixin. Eger cîhan li hemberî me bibe yek wê nikaribe bi me. Em bi hêzên xwe serbilind in. Demeke dirêj e em xwînê didin û rondikan dibarînin, divê em Kurd bibin yek û li çeperekî şer bikin. Bila em şêr bin û meydan a me be. Bila balîfa me kevir be û lihêfa me ax be, lê bila em ne di bin dagirkeriyê de bin."

PROJEYEKE BERXWEDANÊ YA MEZIN

Xwişka şehîd Norşîn, Nîmet anî ziman ku şehîd Norşîn gotinên xwe bi baldarî hildibjiart da ku tu kes nekeve ber şermê û got: ′′Xelkê gund dizanin ku Norşîn ku helebestan dixwîne. Dema ku çalakî an şahiyek dihat lidarxistin gundiyan gazî lê dikirin da ku helbestan bixwîne. Ji hevalan hez dikir û ji zarokatiya xwe ve nêzî wan dibû. Hevalan wê wekî projeyeke mezin a berxwedanê didîtin."

(bb)

ANHA