Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê rewşa jiyanî ya li herêmê metirsîdar dike. Li herêmê nexweşxane di rewşa awerte de dixebite û perwerde hatiye rawestandin.

Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
Ji ber dorpêçê xizmetên tenduristiyê û perwerde sekinîne
2 kanûn, 2023   07:06
ŞEHBA
ZEYNEB ŞÊXO

Hikumeta Şamê dorpêça li ser kantona Şehbayê giran kiriye; nahêle pêdiviyên sereke, derman û sotemenî bikevin herêmê. Dorpêç rasterast bandoreke neyinî li tevahî qadan dike.

Li Şehbayê ji ber tunebûna sotemeniyê Desteya Perwerde û Hîndekariyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê da. Ji ber dorpêça hikumeta Şamê ya li ser kantona Şehbayê 14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeyê bê par mane.

Desteya Perwerdeyê di 25'ê Mijdarê de bi biryarekê rawestandina dewamê li dibistanên kantonê û Peymangeha Şehîd Viyan Amara ragihand. 68 dibistan û peymangehek hatin girtin û 14 hezar û 500 xwendekar ji mafê perwerdeyê bê par man.

Her wiha ne tenê dorpêça hikumeta Şamê bandorê li xwendekaran dike. Êrişên dewleta Tirk a dagirker jî li ser herêmê hene û bandorê li qada perwerdeyê dikin.

Desteya Perwerdeyê jî li alternatîfan digere da ku xwendekar bê perwerde nemînin.

NEXWEŞXANEYA AVRÎN DI REWŞA AWERTE DE DIXEBITE

Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê, Nexweşxaneya Avrîn di rewşa awerte de dixebite. Tunebûna mazotê jî hişt gelek beş di nexweşxanê de nexebitin. Li ser nexweşxaneyê kehrebe qut kirine, tenê ji bo beşa çavdêriya taybet heye. Ev rewş jî hefteyek e berdewam e.

Li gorî Desteya Tenduristiyê erebeyên nexweşxaneyê jî hatine rawestandin û derman jî nayên peydakirin. Nexweş neçar dimînin dermanan ji derve bikirin, ew jî gelekî biha ne.