Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li Colanê nuqteyeke din a çavdêriyê ava kir

Rûsyayê da zanîn ku nuqteyên leşkerî yên hêzên Şamê li jêrî nuqteyên çavdêriyê yên Rûsyayê ne da ku şantajên muhtemel bişopînin.

Polîsên Leşkerî yên Rûsyayê li Colanê nuqteyeke din a çavdêriyê ava kir
3 nîsan, 2024   19:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rûsyayê nuqteyeke din li xeta neqşekirina sînor "Beravo" li herêmên Colan, Quneytera û Derayê bi cih kir.

Ajanseke Rûsyayê da zanîn ku yekîneyek ji polîsên leşkerî yên Rûsyayê di navendê de ye û leşker erka çavdêriya agirbestê li herêmê dikin û aramiya li herêmê dişopînin.

Berî vê biryarê, Moskovê êrişa hewayî ya Îsraîlê li dijî avahiya balyozxaneya Îranê li Sûriyeyê şermezar kir û bang li Til Avîvê kir ku van kiryaran rawestîne û banga lidarxistina civînekê der barê êrişê de li NYˊyê, kir.

(mh)