Ji Rêveberiya Xweser a Firatê daxuyaniya der barê êrişê de

Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê bombebarankirina erebeyeke welatiyan li Kobanê de ji hêla balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û got: "Em ê bi berxwedanê hemû planên dewleta Tirk têk bibin."

Ji Rêveberiya Xweser a Firatê daxuyaniya der barê êrişê de
3 nîsan, 2024   19:55
KOBANÊ

Vê êvarê saet 17:30ˊan dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov erebeyeke welatiyan bombebaran kir, der barê mijarê de Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê daxuyaniyek da.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa bi beşdariya nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweser li pêşiya cihê bûyerê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rê û rêbazan êriş dike û careke din gelê Kurd hedef girt. Mîna li Wanê destkeftiyên gelê Kurd di hilbijartinan de hedef digire, li Kobanê erebeyeke welatiyan bombebaran kir.

Rêveberiyê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku dewleta Tirk nagihîne armancên xwe û dê li dijî dewleta Tirk a faşîst têkoşînê bilind bikin.

Di dawiyê de rêveberiyê bang li raya giştî kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker helwestekê nîşan bidin û berpirsiyariya xwe pêk bîne, ji ber ku dewleta Tirk gelek caran binesazî û saziyên xizmetguzariyê hedef girtin. Rêveberiya Xweser û gelê herêmê di têkoşîn û sekna xwe ya li dijî sûcên dewleta Tirk a dagirker de bi israr e.

ANHA