Qirkirina siyasî: Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin

Di encama serdegirtinên malan ên li Stenbol û Enqereyê de 7 xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin.

Qirkirina siyasî: Xebatkarên Çapemeniya Azad hatin binçavkirin
23 nîsan, 2024   08:27
NAVENDA NÛYUÇEYAN

Îro di danê sibehê de li Enqere û Stenbolê bi ser malên xebatkarên Çapemeniya Azad de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan ên li Enqereyê de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Mehmet Arslan hate binçavkirin. 

Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de jî nûçegihana MA’yê Esra Solîn Dal, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras,Yeşîm Alici, Beste Argat Balci û Şirîn Ermîş hatin binçavkirin.