Polîsên Alman siyasetmedar Yuksel Koç kirin binçavan

Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Almanyayê ji aliyê polîsên Alman ve hat binçavkirin.

Polîsên Alman siyasetmedar Yuksel Koç kirin binçavan
20 gulan, 2025   16:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Siyasetmedarê Kurd Yuksel Koç ê li bajarê Bremen ê Almanyayê dijî, hat binçavkirin. 

Li gorî nûçeya ANF’ê vê sibehê polîsên Alman bi ser mala Yuksel Koç de girtin û ew kirin binçavan. Hat diyarkirin ku Koç di çarçoveya lêpirsînek li bajarê Karlsruheyê tê birêvebirin hatiye binçavkirin.

Piştî lêgerîna li malê polîsên Alman bêyî ku tu belgeyên şênber bidin malbatê, derketin çûn. Hat zanîn ku Yuksel Koç birine Karlsruheyê.

Yuksel Koç bi salan e li Awropayê kar û barên siyaseta Kurd bi rê ve dibe. Yuksel Koç di navbera salên 2016-2023yan de hevserokatiya Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanîyên li Awropa (KCDK-)E kiriye û ew li Ewropayê siyasetmedarek navdar ê Kurd e.