Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel

Bi êrişên komên girêdayî hikumeta Şamê re, plan û hesabên li ser kantona Dêrazorê derdikevin holê. Li hemberî van planan jî her tim helwesta gel bi ser ketiye.

Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
Planên li ser Dêrazorê û berxwedana gel
20 tebax 2024   09:33
DÊRAZOR
SILAVA EBDUREHMAN

Çeteyên DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de komkujî li gund û bajarokên Dêrazorê yên ku eşîra Şiêtat lê ye, kiribûn. Di encama komkujiyan de hezar û 700 kes şehîd bûn û zêdetirî hezar kes hatin revandin. Bi nêzîkbûna salvegera komkujiyê re, di 7’ê Tebaxa îsal de hêzên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî êriş li dijî gundewarên rojhilatê Dêrazorê, bi taybet li deverên ku heman eşîr lê dimîne, da destpêkirin. Di encama êrişan de ku nêzî hefteyekê dewam kir, 15 sivîl şehîd bûn û 24 jî birîndar bûn. Her wiha zirarên mezin ên madî çêbûn.

Salek berê jî komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenê bi navên cuda êrişî kantona Dêrazorê kiribû. Ev dide diyarkirin ku gelek plan û hesab li ser herêmê hene. Gelo çima Dêrazor û aliyên ku êriş dikin kî ne? Armancên wan çi ne? Li hemberî van êriş û planan gel helwesta xwe çawa nîşan da?

ERDNÎGARÎ Û GELHEYA DÊRAZORÊ

Kantona Dêrazorê (aliyê rojhilatê çemê Firatê) ku rûbera wê 17 hezar kîlometre ye, wek kanton ji aliyê gelê wê ve tê birêvebirin. Kantona Dêrazorê, bi taybet gundewarêm wê yên rojhilat û bakurê rojhilat, xwedî girîngiyeke stratejîk e ku Sûriyeyê bi Iraqê ve girê dide.  Girîngiyeke din a kantona Dêrazorê ew e ku bi petrol û gaza xwe dewlemend e. Her wiha baregeha dawîn a di destê DAIŞ’ê de mabû ku ji aliyê QSD’ê ve hate rizgarkirin.

Kantona Dêrazorê ji 8 bajaran (Kisra, Cezrat, Siwer, Bisêra, Hecîn, Firat, Şihêl, Sûse) û 33 bajarokan, her wiha bi dehan gundan pêk tê.

Kantona Dêrazorê xwedî taybetmendiyeke eşîrtî ye. Ji qebîleyên herî mezin ên li Dêrazorê bi cih bûne; Begera li gundewarên rojava û bakurê rojava û Igêdat jî li gundewarên rojhilat û bakur û rojhilatê kantonê ye.

Qebîleya Igêdat ji 3 şaxan; El Bû Camil (Kamil), El Bû Cemal (Kemal) û Zamil pêk tê.  Şaxê eşîrên Ebû Camil (Kamilo) jî ji eşîrên El Bikeyîr, Şiweyît, El Bû Rehma, El Bû Hesen, El Zewahir, Salih, Telaa El Hemed, Ebû Izedîn û El Bû Xelef pêk tê. Şaxê El Bû Cemal (Kemal) ji eşîrên El Hesûn, El Meraşîde, El Bû Mirêh, Demîm û El Izar pêk tê. Eşîrên Zamil jî Şiêtat in. Ji bilî van eşîran, El Meşahide hene û eşîra Ebû Xabûr jî heye ku ji şaxê El Bû Omer, El Bû Helîl, El Bû Miêt, Ebû Seraya, Metarde, Merasime, El Bû Xatir, Cixayfe, El Bû Leyl û El Qeran pêk tê.

DÊRAZOR Û ALOZIYA SÛRIYEYÊ

Bi tevgera gel re ku 15’ê Adara 2011’an li Derayê dest pê kir û belavî deverên din bû, li Dêrazorê jî xwepêşandanan dest pê kir. Bi belavbûna xwepêşandanan re tevlihevî û alozî derketin. Pê re jî komên çekdar dest danîn ser gelek deveran. Piştre çeteyên Cebhet El Nûsra û li pey wê DAIŞ’ê Dêrazor kontrol kir.

Çeteyên DAIŞ’ê ku 5 salan Dêrazorê kontrol kir, di Tebaxa 2014’an de êrişî gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir û ji eşîra Şiêtat hezar û 700 kes qetil kirin û hezar kes revandin.

RIZGARKIRINA DÊRAZORÊ

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di Adara 2019’an de beşeke gundewarên Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî rizgarkirinê xebatên jinûveavakirinê dest pê kir. Şêniyên herêma rizgarkirî ya Dêrazorê di bin sîwana Meclisa Sivîl a Dêrazorê de xebatên birêxistinkirina kar û barê xwe da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de komîn, meclis û saziyên xizmetugzarî, tenduristî û perwerde û hwd hatin avakirin. Di dawiya 2023’yan de herêmên hatine rizgarkirin wek kanton hat îlankirin û heya roja me ya îro xelkê wê xwe bi rê ve dibe.

Piştî rizgarkirinê êrişên şaneyên DAIŞ’ê, komên girêdayî hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî yên dagirkirina kantona Dêrazorê û têkbirina statuya wê ya xweser bi dawî nebûne. Dewleta Tirk a dagirker jî bi armanca têkbirina vê rêveberiyê di nava hewldanan de ye.

Di Tebaxa 2023’yan de, hêzên hikumeta Şamê sûd ji mijûlbûna hêzên Asayîşê û QSD’ê bi têkoşîna dijî gendelî û şaneyên DAIŞ’ê wergirt û berê komên xwe dan kantona Dêrazorê da ku xirabî û tevliheviyan derxin û di encamê de kantonê dagir bikin.

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya di bin sîwana QSD’ê de operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" ragihand.  Operasyon di radeya yekemîn de li dijî şaneyên DAIŞ, bazirganên madeyên hişbir û kesên ku sûc li dijî şêniyan û saziyan kirine hat pêkanîn. Di encama operasyonê de hejmareke çete û endamên girêdayî hikumeta Şamê girtin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî operasyonê de gotibû "Di serî de saziya ewlehiya giştî ya rejîma Sûriyeyê, hin aliyan serketina vê operasyonê wekî têkçûna planên xwe li herêmê dîtin, lew ra hewl dan komên çekdar di aliyê rojavayê çemê Firatê re derbasî gundên Dêrazorê bikin."

Çekdarên Dîfa El Wetenî bi navê Xeyas Cuma Sihûr ku di operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê" de ji aliyê QSD’ê ve hatibû girtin, li xwe mikur hatibû ku wan ferman ji dezgeha ewlehiyê ya hikumeta Şamê girtine ku bi navê "Eşîran" li dijî QSD’ê şer bikin.

Hemwextî operasyona "Xurtkirina Ewlehiyê", artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe yên dagirkiriyê li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin. Çavdêran êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, bi armanca destekkirina êrişên li gundewarê rojhilatê Dêrazorê nirxandin.

Êrişên sala 2023’an ên li ser gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi rêya komên ku hêzên hikumeta Şamê wan sor kiribûn pêk hatibin, lê êrişên 7-12’ê tebaxa rasterast ji aliyê hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî ve hatin kirin. Di wan êrişan de 15 sivîl şehîd bûn û 24 birîndar bûn.

Hemwextî wan êrişan dewleta Tirk a dagirker bi balafirên xwe yên bêmirov nuqteyên QSD'ê yên kantona Cizîrê hedef girtin û gundên kantonên Minbic, Efrîn û Şehbayê jî topbaran kirin.

ARMANC

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Hemze Eşara êriş wekî komplo û ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî, aborî û leşkerî yên hêzên navneteweyî pênase kir û got: "Armanc ji wan ew e ku herêm bi rêya piştgiriya dewletên herêmî yên xwedî rol di şerê Rojhilata Navîn de, bibe qada şer û aramî tê de nemîne. Her wiha projeya Rêveberiya Xweser jî were têkbirin."

Eşara diyar kir ku êrişa li dijî Dêrazorê beşek ji êrişên li dijî herêmê ne û got: "Di serî de dewleta Tirk a dagirker, rejîm û hin aliyên ku destekê didin rejîmê da ku li dijî gelên herêmê komployan pêk tînin."

ˊJI BILÎ PARASTINA HERÊMÊ TU RÊ TUNE NEˊ

Eşara diyar kir ku bi hevgirtin û rêxistinbûyîna civakê êrişên li ser Dêrazorê hatin têkbirin û got: "Ev êriş bi saya hebûna hêzên leşkerî yên perwerdekirî û xwedî şiyanên mezin hatin têkbirin."

Eşara wiha li gotina xwe zêde kir: “Ji bilî parastina herêmê tu rê tune ne. Bersiva me berxwedan e. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û tu carî dev ji xaka xwe bernadin. Stratejiya me zelal e, ew jî têkbirina hemû êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Em ji çeteyan re dibêjin ku em ê di her demê û her derê de bersiva we bidin.”

Girêdayî mijarê, eşîrên kantona Dêrazorê jî heman helwest nîşan da û diyar kir ku êrişa li dijî civaka Dêrazorê êrişa li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e.

Berdevkê eşîrên Bû Kemal, Selah El Selman destnîşan kir ku îrade û helwesta şêniyên herêmê bi sekna xwe li kêlek hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Hecînê tevahî hewldanên komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û çeteyên DAIŞˊê têk birin.

El Selman di dawiyê de got: "Helwesta şêniyên herêmê û eşîrên me cihê serbilindiyê bû. Wan soz da ku bi QSD'ê re di yek çeperê de bin û ew ê wiha bimînin jî."

ANHA