Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan piştgiriya kampanya YRJ`ê kir

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê piştgiriya kampanya YRJ`ê kir ku ji bo piştgiriya jinan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û rawestandina cezayên darvekirinê ragihandiye.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan piştgiriya kampanya YRJ`ê kir
20 tebax, 2024   15:17
NAVENDA NÛÇEYA

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Jinan a Sûriyeyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew piştgiriya kampanya Yekitiya Ragihandina Jinan (YRJ) dike ku 12`ê Tebaxê ji bo rawestina cezayên darvekirinê li dijî çalakvan û rojnamevanên jin ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma "Na ji darvekirinê re" ragihandiye.

Di daxuyaniyê de biryarên desthilata Îranê yên li dijî rojnamevan û çalakvanan ên ku erkên xwe yên pîşeyî û mirovî bi cih tînin û rastiyê radigihînin, nemaze piştî şoreşa "Jin, jiyan, azadî" dest pê kir û ji bo jinan li cîhanê bû serkeftineke mezin, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de biryara li dijî aktîvîst Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhemmedî û bêdengiya civata navneteweyî ya li hember van biryaran hate şermezarkirin.

Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan, tevgerên jinan, rêxistinên têkildarî rojnamevanî û rojnamevanan hate kirin ku piştgiriya kampanyayê bikin, sûcên li dijî azadiya ragihandinê û rojnamegeriyê li Sûriye, Îran, Tirkiye û Rojhilata Navîn bi giştî tên kirin, şermezar bikin.

(şx)

ANHA