Ji Desteya Tenduristiyê ya Tebqayê daxuyaniya şermezarkirina êrişan

Desteya Tenduristiyê ya kantona Tebqayê êrişên dagirkeriyê yên li dijî herêmê, bi taybet li dijî navendên xizmetguzarî û tenduristî, şermezar kirin. Desteyê bang li desteyên navneteweyî kir ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk a dagirker xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

Ji Desteya Tenduristiyê ya Tebqayê daxuyaniya şermezarkirina êrişan
20 tebax 2024   19:24
TEBQA

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Tebqayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî navendên xizmetguzarî û tenduristiyê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêşiya Nexweşxaneya Wetenî ya Tebqayê bi beşdariya hemû endamên Desteya Tenduristiyê û tîmên bijîşkî yên nexweşxane û navendên tenduristiyê hat xwendin. Hevserokê desteyê ya kantonê Ubêd Muslim daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û hedefgirtina saziyên xizmetguzarî û tenduristî hatin şermezarkirin.

Her wiha bang li deste û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku li hemberî hovîtî û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

(mh)

ANHA