Îran: Dê di demeke guncaw de bersiva Îsraîlê bê dayîn

Berdevkê Pasdarên Îranê, serbaz Mihemed Elî Naînî diyar kir ku Tehran tu êrişên li dijî wê bê bersiv nahêle.

Îran: Dê di demeke guncaw de bersiva Îsraîlê bê dayîn
20 tebax, 2024   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Pasdarên Îranê Mihemed Elî Naînî ragihand ku bersiva hedefgirtina serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye dê di dema guncaw de were dayîn.

Piştî hedefgirtina Heniye di 31'ê Tîrmehê li Tehranê de, Rojhilata Navîn li benda bersivdayîna Îranê ye. Heta niha jî Îsraîlê berpirsiyariya xwe ya li hemberî hedefgirtina Heniye zelal nekiriye.

Berpirsên payebilind ên Îsraîlê destnîşan kiribû ku ew ji bo bersivdayîneke Îranî tedbîran digirin.

Hemwextî wê di raporan de hat diyarkirin ku sedema derengmayîna bersivdanê ew e ku di rejîma Îranê de dudilî û dabeşbûnek li ser biryara bersivdayînê heye.

Şandeya Îranê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di civîneke çapemeniyê de berî çend rojan ragihandibû ku ew xwedî mafê xweparastinê ne û ev maf bi agirbesta li Xezayê ve ne girêdayî ye. Her wiha şandeyê destnîşan kirinû ku ew hewl didin bersivdayîna wan rê li ber agirbestê negire.

(mh)