Şêniyên Tirbespiyê: Gerîla mafên gelên herêmê diparêzin

Şêniyên Tirbespiyê diyar kir ku baweriya wan bi gerîla heye ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê mafên wan diparêzin. Şêniyan destnîşan kir ku ew piştgiriya zarokên xwe yên di nav refên HPG`ê de dikin.

Şêniyên Tirbespiyê: Gerîla mafên gelên herêmê diparêzin
20 tebax 2024   09:22
QAMIŞLO
RÊNAS RIMO

Bi zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û hikumeta Bexdayê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re, şêniyên bajarê Tirbespiyê got gerîla zarokên herêmê ne û ji bo mafên gelê Kurd û pêkhateyên din, fedakariyên mezin kirin û hîna dikin.

Şêniyê bi navê Mistefa Xelef got: "Gerîla, xwedî li ramanên Rêber Abdullah Ocalan derketin. Ji 40 salî ve ji bo belavkirina azadî û demokrasiyê li herêmê tê dikoşin û li hember dewleta Tirk a dagirker a ku çekên qedexekirî bi kar tîne, li ber xwe didin."

Xelef wiha domand: "Li şûna şer divê Tirkiye dest bi diyalogê bi gerîla re bike û doza Kurd çareser bike, dagirkeriyê bi dawî bine. Ev 40 sal e şerê gerîla dike lê bi ser neket.”

Xelef destnîşan kir ku gerîla keç û xortên pêkhateyên herêmê ne ku projeya neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan ji xwe re kirine bingeh.

Şêniya bi navê Lema Xelîl jî got: "Zarokên herêmê tev li gerîla bûn, ji ber ku hêza yekane ya ku mafên pêkhateyan diparêze. Li Şengalê piştgiriya êzidiyan kirin, destek dan pêkhateyên Rojava û li Bakur jî piştgiriya gelê Kurd kirin.”

Lema anî ziman ku gelê herêmê bi gerîla re ne û baş dizanin ku ew ê li hember dewleta Tirk û hevkarên wê bi ser bikevin.

Şêniyê bi navê Xalid Xelef jî got: "Gerîla mafên gelên herêmê diparêzin. Di wê oxirê de canê xwe feda dikin. Ev hêz xwedî tecrubeyeke leşkerî û felsefeyeke xurt in. Em ji serkeftina wan bawer in."

Xalid di dawiyê de wiha axivî: "Ez birayê 2 şehîdan im. Ji bo parastina destkeftiyên şehîdan û têkbirina siyasetên dagirkeran, em amade ne fedakariyên din bikin."

(şx)

ANHA