Îsraîlê cenazeyên 6 dîlgirtiyan vegerandin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku cenazeyên 6 dîlgirtiyên li cem Hemasê vegerandine. Rayedarên DYA`yê ji bo agirbestê li Misirê ne.

Îsraîlê cenazeyên 6 dîlgirtiyan vegerandin
20 tebax, 2024   14:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku cenazeyên 6 dîlgirtiyên îsraîlî yên ku ji destpêka şer ve tevgera Hemasê girtine, di operasyonekê de vegerandine.

Artêşê diyar kir ku cenazeyên Yagiv Buchchav, Alexander Dentzig, Avraham Monder, Yoram Metzger, Nadav Bubluel û Haîm Perî bi şev li herêma Xan Yunisê ya li rojavayê Xezayê ji bin kavilan derxistine.

Hemwextî wê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Misr û Qeter hewl didin navbeynkariyê di navbera Îsraîl û tevgera Hemasê de bikin da ku li ser agirbestê li hev bikin, alîkariyên mirovî derbasî herêmên wêranbûyî bibin û her du alî dîlgirtiyên xwe vegerînin.

Di vê çarçoveyê de wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken vê sibê gihaşt bajarê Elemîn ê Misirê û bi serokê welêt Ebdulfettah El Sîsî re civiya.

Çaverê ye ku Blinken bi hempîşeyê xwe yê Misirê Bedir Ebid El Atî û serokê îstixbaratê Ebas Kamil re bicive.

Her wiha Blinken piştî Qahîreyê dê serdana Dohayê jî bike.

(şx)