Dadgeriya Hindistanê ji bo ‘parastina karmendên tenduristiyê’ tîmeke bijîşkan ava kir

Dadgeha Bilind a Hindistanê ji bo ku bijîşkên karê xwe boykot kirine aram bike, tîmeke bijîşkan ava kir da ku "perspektîfên parastina karmendên qada tenduristiyê" pêşkêş bikin.

Dadgeriya Hindistanê ji bo ‘parastina karmendên tenduristiyê’ tîmeke bijîşkan ava kir
20 tebax 2024   16:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Dadgeha Bilind a Hindistanê ji bo ku bijîşkên karê xwe boykot kirine aram bike, tîmeke kar a nîştimanî ji bijîşkan ava kir. Ev komîte dê perspektîfên parastina karmendên qada tenduristiyê pêşkêş bike.

Li gorî tora Sky Newsê dadgehê diyar kir ku tîma bijîşkan dê rêgezên parastina karmendên qada tenduristiyê li seranserî welêt diyar bikin.

Serokê dadgehê Dhananjaya Yeshwant Chandrachud got: "Parastina bijîşkan girêdayî berjewendiya nîştimanî û rêgeza wekheviyê ye. Tu neteweyek qebûl nake tecawizeke din were kirin, heta ku gavan biavêjin."

Piştî kuştina bijîşkekê (31) li bajarê Kalkûta yê rojhilatê welêt, bijîşk û û hemşîre li seranserî Hindistanê bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" xwepêşandan li dar xistin û ji bilî xebatên tenduristiyê yên bingehîn kar boykot kirin.

(şx)