'Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne'

Beşdarên konferansa yekemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir ku pêwist e projeya neteweya demokatîk a Rêber Abdullah Ocalan were pêkanîn û got: "Em di têkoşînê de xwe dispêrin fikrên Rêbertî. Çareseriya pirgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne."

'Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne'
'Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne'
'Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne'
'Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêbertî ne'
20 tebax 2024   03:05
KOBANÊ

14’ê tebaxê Konferansa yekemîn a Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê hatibû lidarxistin. Beşdarên konferansê ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah banga hevgirtin û mezinkirina têkoşînê kir.

Hevserokê Desteya Hundirîn a kantonê Bozan Xelîl ku beşdarî konferansê bibûn destnîşan kir ku ji bilî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tu çareserî ji pirsgirêka Kurd re nin e got: "Çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn tîya fikrên Rêber Abdullah Ocalan in.”

Xelîl wiha domand: “Divê gelê me di şîrovekirin û pêkanîna projeya neteweya demokratîk de xwe kûr bike. Ji bilî wê têkoşîn bê wate dimîne. Em di têkoşînê de xwe dispêrin fikrên Rêbertî. Em çiqas wan fikran nas bikin em ê ewqasî bikarin wan li ser erdê pêk bînin. Dema ku ev fikir werin pêkanîn wê demê gel dê bi hev re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan jî bixebite.”

Rêveberê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ehmed Hemo diyar kir ku tecrûbeya nû ya li Rojavayê Kurdistanê ku bala tevahî cîhanê dikişîne berhema bi deh salan a Rêber Abdullah Ocalan e. Ehmed Hemo got: "Rêbertî ji bo mirovahiyê dixebite û tê dikoşe. Ji bo wê jî pêwist e hemû mirovên azad ên li cîhanê ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebitin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin, bi taybet jî divê gelê Kurd têkoşîneke mezin raber bike."

Endama Meclisa Şêranê Cemîle Xelîl got: "Erkekî exlaqî û dîrokî ye ku em roj û şev ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin. Tevî hemû planên qirêj ên dijmin ên sînordarkirina fikra li Îmraliyê, lê dîsa jî Rêbertî li ber xwe dide. Erkê me ye, em azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin."

(mh)

ANHA