PYD'ê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a kantona Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehba û Qamişloyê şermezar kirin.

PYD'ê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
20 tebax, 2024   14:03
ŞEHBA

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya kantona Efrîn û Şehbayê têkildarî êrişên li ser Şehbayê, bi taybet ya li ser gundê Bênê û Qamişlo daxuyaniyek da. Daxuyanî li bajarokê Fafînê li pêşiya navenda PYD'ê hate dayîn. Endamê PYD’ê Welîd Dingîlî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Şehba û Qamişloyê hatin şermezarkirin û diyar kirin ku duh balafireke kamîkaze ya artêşa Tirk adagirker li gundê Bênê yê bajarokê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê êriş pêk anî û di encamê de 4 welatî birîndar bûn.

Hate destnîşankirin ku ev ne cara yekem e ku dagirkerî sivîlan dike hedef, ev 6 sal gel tê hedefgirtin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza domandina têkoşînê hate dayîn û hate gotin ku dê li hemberî van êrişan berxwedanê xurttir bikin.

(zş)

ANHA